1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. "Em ji nû ve ji dayîk bûn"
"Em ji nû ve ji dayîk bûn","em,ji,nû,ve,ji,dayîk,bûn"

"Em ji nû ve ji dayîk bûn"

Tî, birçî, di nava tirs û sawê de dijiyan, dema ku azad bûn gotin ″Em ji nû ve ji dayîk bûn″

A+ A-

REQA – Tî, birçî, di nava tirs û sawê de dijiyan, dema ku azad bûn gotin ″Em ji nû ve ji dayîk bûn″.

Şervanên QSD′ê di hemleya rizgarkirina Reqayê 4 malbatên ji taxa Deriye ya rojavayê bajêr, rizgar kirin. Şêniyên taxê bi temamî di bin dorpêça çeteyên DAIŞ′ê de bûn.

Di nava şêniyên ku hatin rizgarkirin de, dayîka Mihemed (53) ku mala wê li nêzî mizgefta El-Tewhîd a li taxa Deriyê bû, spasiya şervanên YPG/YPJ′ê kir ku ew ji mirinê û ji zulma çeteyan rizgar kirin.

Dayîka Mihemed anî ziman çeteyan beriya 15 rojan kurê wê û beriya 9 rojan jî zava, ap û kurê apê wê, dema ku hewl didan xwe bigihînin noqteyên şervanên QSD′ê, girtin.

Dayîka Mihemed bi çavên tijî hêsir wiha got: ″Em zêdeyî mehekê li taxê di bin dorpêça çeteyan de bûn. Em bê av, bê xwarin bûn. Me nanê hişk dixwar û ava gemarî vedixwar. Em di tariyê û di nava tirsê de radizan.″

Dayîka Mihemed diyar kir ku wan Cejna Remezanê hîs nekirin û wiha got: ″Em ji her tiştî mehrûm kirin. Piştî rizgarkirinê em jinûve ji dayîk bûn.″

(mm)

ANHA


Bêjeyên Miftehî